May 28, 2022 10:05 Asia/Tehran
  • Hevpeyvîna telefonî ya Serokomarê Fransayê Serokê PDK Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja înê 27ê Gulana 2022yan, rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên ewlehiyê û destwerdana derekî ya di karûbarên Iraqê de gotûbêj kirin.

Di pêwendiya telefonî de Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina dubare ya Emmanuel Macron weke Serokomarê Fransayê pîrozbahî lê kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî sersaxî li Serok Barzanî kir ji ber canjidestana 3 kesan ku du ji wan zarok bûn di teqekirinên duh de li Bamernê ya li sînorê Duhokê.

Gotûbêja derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de beşeke din a vê pêwendiya telefonî bû.

Medyay PDKê ev êriş avêtine sikura PKKê, lê belê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya baskê çekdar ê PKKê di daxûyaniyekê de ev nûçeyên PDK derewandin û diyar kir ku li Bamernê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 jê zarok 3 sivîl şehîd bûne û gelê kurd divê haya wan ji 'nûçeyên derewîn' ên medya PDK'ê hebin.

Serepeyv