May 21, 2022 20:22 Asia/Tehran
  • Derona artêşa dagirker a Tirkiyê Kampa Mexmûrê ya Kurdistana Iraqê bombebaran kir

Qaymeqamê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin ku di encama vê êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, balafirek bê mirov di saet 13.00an de Kampa Mexmûrê ku penaberên kurd ên Tirkiyê lê dimînin bombebaran kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xisitine, di êrişê de otomobîlek hatiye armanckirin.

Rizgar Mihemed da zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Herwiha medyaya nêzîkî PKKê jî dibêje di bombebaranê de ciwanek birîndar bû û piştî êrişê ciwan rakirin nexweşxanê.

Her îro Şemiyê 21ê Gulana 2022yan li nahyeya Axceler a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî du dronên Artêşa Tirkiyê otomobîlek kir armanc û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê nahyeyê ji Rûdawê re ragihandibû, ew otomobîl yê encumenê gundê Tuteqelanê bûyê, di wê otomobîlê de 2 welatiyên gundên Tutaqelan û Serçinarê û 3 şervanên PKKê canê xwe ji dest dan.

Serepeyv