May 17, 2022 11:47 Asia/Tehran
  •  Ji ber barîna tozê geştên Balafirgeha Silêmaniyê hatin sekinandin

Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, ji ber barîna tozê geştên esmanî careke din hatin sekinandin.

Li gor daxuyaniya Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê, careke din geştên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta demekê hatin rawestandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ji ber pêla tozbarînê û bandora wê li ser kêmbûna mesafeya dîtinê, careke din geştên esmanî yên li balafirgehê bi awayekî demkî hatin sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li balafirgehê dê asayî bibin.

Çend roj berê jî ji ber barîna tozê geştên balafirgeha Silêmaniyê hatibûn sekinandin.

Hêjayî gotinê ye ji ber kêmbûna baran û berfê ji aliyekê ve û ji aliyê din ve ji ber kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê di encama çêkirina bendavên zav ser çavkaniyên van çeman ji aliyê Tirkiyê barîn toz li herêm zêde bûye.

Serepeyv