Leşkerên Amerîkî li bakurê Îraqê ber bi deverên niştecîh gulle reşandin
Leşkerên Amerîkî yên li baregeha El-Herîr a li Hewlêrê ya Iraqê bi cih bûne, gulle berdan çend malên sivîlan.
Tevî ku behsa vekişîna hêzên Amerîkî ji bingehên leşkerî li Iraq û Sûriyê tê kirin, lê ev hêz bi awayekî asayî bi taybet li Herêma Kurdistanê hewldanên xwe yên leşkerî berdewam dikin.
Li gor zanyariyên tora “Rûdaw”; Hêzên Amerîkî yên ku li Firokexana El-Herîr a 40 kîlometran li bakurê rojhilatê Hewlêrê bi cih bûne, danê êvarê çend mal û otomobîlek gullebaran kirin.
Di dîmenên hatin weşandin de tê dîtin ku li herêmê mal û wesayitên sivîlan zirar dîtine, lê heta niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.
Amerîkiyan bi berdewamî xwe ji pabendbûna bi biryara parlamentoya Iraqê ya ji bo derketina ji vî welatî di zûtirîn dem de dûr radigirin.
Gelek kes û girûpên Iraqî daxwaza derketina hêzên terorîst ên Amerîkayê ji Iraqê dikin û parlamentoya Iraqê jî plana vekişandina van hêzan pesend kiriye.