May 09, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • Nûnerê êzidî yê PDK'yê: Bexda divê lihevkirinameya Şengalê bi cih bîne

Nûnerê Êzidî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlimana Iraqê û fermandarê berê yê Şengalê got: 2000 malbat li Şengalê ku ev du hefte ne tûşî nearamiyê bûne, trka vê navçeyê kiriye.

Mehma Xelîl, Nûnerê Êzidî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlimana Iraqê rewşa navçeya Şengalê diltezîn da zanîn û got: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku li dijî Tirkiyê ye, bi cûreyên çekan êrîşî ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê li navçeya Şengalê dike û loma niştecihên Şengalê neçar dibin ji vê navçeyê derkevin.

Xelîl bi gotina vê yekê ku pirsgirêka Şengalê hema wisa serhevda maye, got: Dewleta federal a Iraqê divê berpirsyariya tam a sekinîna li hemberî hêzên PKKyê li navçeya Şengalê bi cih bînin.

Vê dawiyê pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên ser bi PKKyê li Şengalê qewimîn.

 

Serepeyv