May 04, 2022 13:25 Asia/Tehran
  • 7 Leşkerên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin

Di êrîşa dagirkerî ya dewleta Tirkiyê ya li ser bakurê Iraqê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Tirkiye bi behaneya şerê li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Herêma Kurdistana Iraqê û herwiha Sûriyê kiriye armanca êriûên dagirkeriyê. Li gel nerazîbûnên rayedarên Iraq û Sûriyê jî êrîş berdewam dikin. Helbet zêdebûna êrîşên Tirkiyê di van rojên dawî de bûye sedema berteka tund a gel, hikûmet û kesayetên navdar ên Iraqê.

Li gor raporta Klûba Rojnamevanên Ciwan ên Îranê, PKKê kuştina 7 leşkerên Tirkiyê di roja Sêşemê li Herêma Kurdistanê de piştrast kir.

Yek ji serkirdeyên PKKê diyar kir ku leşkerên Tirk ku dixwestin derbasî herêma Zapê ya Bakurê Iraqê bibin, rastî berxwedana endamên PKK’ê hatin ku di encamê de 7 leşkerên tirk hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û gelek xisarên madî jî gihêştin wan.

Tirkiye bi krîzeke aborî ya bê mînak re rû bi rû ye. Rexnegirên hikûmeta AKP-MHPê bawer in ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo ku krîza aborî ya li wî welatî ku nehatiye çareserkirin binixumîne şerê leşkerî li bakurê Iraqê daye despêkirin da ku pirsgirêkên li Tirkiyê bêxe bin siya vî şerî. Lê wer xuya dike ku zêdebûna kuştiyên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê bêzariya xelkê Tirkiyê ji Erdogan û partiya wî ya desthilatdar zêdetir dike.

Serepeyv