Dewama destdirêjiya Tirkiyê ya leşkerî ser bakûrê Iraqê: leşkerekî din hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333466-dewama_destdirêjiya_tirkiyê_ya_leşkerî_ser_bakûrê_iraqê_leşkerekî_din_hat_kuştin
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê piştrast kir ku leşkerekî din ê vî welatî li bakurê Iraqê hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • Dewama destdirêjiya Tirkiyê ya leşkerî ser bakûrê Iraqê: leşkerekî din hat kuştin

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê piştrast kir ku leşkerekî din ê vî welatî li bakurê Iraqê hatiye kuştin.

Li gorî rapora TRTyê, Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerekî din ê artêşa vî welatî di pevçpna di gel endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê hatiye kuştin.

Ev duyemîn daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê derbarê kuştiyên artêşa vî welatî di operasiyona dervesînorî ya leşkerên tirk di roja Şemiyê da ye.

Bi derbasbûna çend rojan ji vê operasiyonê, li gorî amarên Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê, 4 leşkerên vî welatî li bakurê Iraqê hatine kuştin. Tevî ku leşkerek jî li bakurê Sûriyê hatiye kuştin.