Nîsan 20, 2022 09:01 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê didomin

Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê hejmareke siyasetmedar û aktîvîstan ve, her wiha li navçeya Ranya ya Raperînê êrişên dewleta Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê re hate şermezakirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li navçeya Kelar a Germiyanê hejmareke siyasetmedar û aktîvîstan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser "Herêma Parastinê yên Medyayê" li bakurê Iraqê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê re şermezar kirin.

Di çalakiyê de Hisên Ezîz axivî û got: “Êriş û dagirkeriya Tirkiyê binpêkirineke eşkere li ser serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Em şermezar dikin. Her wiha nokerî û çavgirtina aliyên Kurd ji bo dagirkeriyê jî şermezar dikin. Em ê rê nedin rûmet û kerameta tu ferdekî Kurd were şikandin. Em banga yekrêzî û yekdengiyê li aliyên siyasî û welatiyan dikin. Em daxwaz dikin ku li dijî dagirkeriyê yekitî pêk were. Em dizanin ku berjewendiyên bilind ên aborî di navbera desthilata Herêma Kurdistanê û dewleta Tirkiyê de hene, sedema êrişa dagirkeriyê jî her ev e.”

 

Her wiha li navçeya Ranya ya Raperînê di xwarina fitarê de ku Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo malbatên kuştiyan li dar xistibû, dagirkeriya dewleta Tirkiyê û hevkariya PDK’ê pê re hat şermezarkirin.

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Kurdistanê ji malbatên kuştiyan re mazûvanî kir û xwarina fitarê da. Piştî xwarinê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser Herêma Kurdistanê ku di 17’ê Nîsanê de hate destpêkirin daxuyanî hate dayîn.

Endama Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Canda Ezîz daxuyanî da û got: “Ev êriş piştî serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê û civîna li gel Erdogan û Hakan Fîdan re pêk hat. Dewleta Tirkiyê û hevkarên wê her çiqas êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde bikin jî wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişikînin û wê qet sernekevin.”

Serepeyv