Nîsan 17, 2022 21:13 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê careka din êrişî bakura Iraqê kir

Balafirên cengê yên Artêşa Tirkiyê careka din êrişî Herêma Kurdistana Iraqê kirin.

Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê deverên çîyayî yên Kerzeharê ser bi Duhokê bi merema tepeserkirina endamên PKK dan ber bombeyan. Derbarê xisarên ihtimalî yên vê êrişê da hê ti rapor û daxûyanîyek nehatîye weşandin.

Ev êriş di halekî da ye ku Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêr seredana Tirkîyê kir û bi Receb Teyîb Erdogan Serokomarê vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Êrişên neqanûnî yên artêşa Tirkîyê ser çeperên PKK li bakura Iraqê û bicihbûna hêzên curbicur ên wî welatî li Herêma Kurdistanê di halekî da ne ku delweta Bexdayê bi caran ew êriş şermezar kirine û ragihandine ku Tirkîye bi wan êrişana serwerî û yekperçetîya axa Iraqê binpê dke.

Gelê Iraqê jî bi caran bi xwenîşandanê xwestine ku ew êriş bên sekinandin. Eva di rewşekê de ye ku hin rayedarên Herêmz kurdistanê ne tenê xwe li hemberî van êrişan bê deng kirine, lê li gor hin îdiayan di van êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê de alîkariya vê welatî jî dikin. 

Serepeyv