Nîsan 14, 2022 17:07 Asia/Tehran
  • Li kampeke Kurdên Êzdî li Herêma Kurdistanê şewat derket 3 kes mirin û birîndar bûn

Li Kampa Çemişko ya taybet bi Kurdên Êzdî li navça Zaxoyê ya parêzgeha Duhokê şewat derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.

Şeva bihorî agir bi çend konan li Kampa Çemişko ya Kurdên Êzdî li qezaya Zaxoyê ket.

Şahidên bûyerê dibêjin: “di encama şewatê de kesekî 26 salî yê bi navê Selah Cerdo canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.”

Tîmên agirvemirandinê û tîmên tendirustiyê piştî ji bûyerê agahdar bûn, gihîştin nav kampê. Tîmên agirvemirandinê piştî hewldanan agir kontrol kirin, tîmên tendirustiyê jî kesên birîndar û termê kesê ku canê xwe ji dest dabû, veguhastin nexweşxanê. Birîndariya yek ji wan ji ber şewatê nîne û tanka avê di ser de ketiye.

Li navçeya Zaxo çar kampên awareyên Kurdên Êzdî hene ku Kampa Çemişko ya herî mezin e. Li wê kampê nêzîkî 26 hezar kes dijîn.

Pêştir di 6ê Adara îsal de jî şewat li wê kampê derketibû, lê wê demê ti zirarên canî çê nebûbûn.

Serepeyv