Balafireke nenas ji Hewlêrê ber bi Filistîna Dagirkirî ve çû
Medyayên Îbranî û Erebî ragihandin ku balafireke nenas ji bakurê Iraqê ber bi Filistîna dagîrkIrÎ ve çûye û ketiye herêmê.
Îta Blûmenthal, peyamnêra tora îbranî ya kanala Kan, roja çarşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî wêneya balafira nenas li bakurê Iraqê belav kiriye û ew balafir ketiye nav axa Filistînê ya dagîrbûyî.
Piştî çend kêliyan, kanala Telegramê ya Saberin News wêneyên rêya çûna balafirê belav kir û ragihand, ew balafireke ji balafirgeha Hewlêrê ya Iraqê derketiye û piştî ku li balafirgeha Ben Gurion daketiye, ber bi Qibrisê ve çûye.
Lê belê çavkaniyên Îbranî îdia dikin ku balafira nenas a ku aîdî şîrketa Antonov a Ukraynayê ye, piştî ku destûr girt û bêyî ku li Ben-Gurion dakeve, derbasî Qibrisê bû.
Ev rapor di demekê de ye ku karbidestên Îranî pêştir ser tevgera Mossad li herêma Kurdistanê ya Îraqê hişyarî dabûn.
Di dawiya meha borî de, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bi daxûyaniyekê êrişa mûşekî bo ser navenda Komploya Siyonîst û Xirabê ya Stratejîk li derdora bajarê Hewlêrê ragihand û tekez kir: Dubarekirina her xirabiyekê dê rastî bersivên tund, bibiryar û wêranker bê.