Nîsan 05, 2022 11:05 Asia/Tehran
  • Parlamenterên Iraqê xwestin ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiyê ser bakurê Iraqê ava bibe

25 parlementerên Iraqê xwestin bila komîteyek ji bo lêkolînkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê û hebûna hêzên amerîkî li vê herêmê were avakirin.

25 parlementerên Iraqê daxwaza avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina hebûna hêzên Amerîka û dewleta Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kirin.

25 parlementerên Iraqî ji bo lêkolîna hebûna hêzên biyanî li nav axa Iraqê metnek ji sê xalan pêşkêşî serokê parlamenta Iraqê kirin.

Daxwazên di metnê de wiha ne:

'' - Lêkolînkirina ser hejmara hêzên Amerîka û şêwirmendên wan.

-Der barê hebûna Tirkiyê li herêmê lêkolîn bê kirin û lêpirsîn li artêşa Tirkiyê were vekirin.

Herwiha wan xwestin ku derbarê hebûna sîxorên siyonîst ên MOSSAD‘ê li Herêma Kurdistanê ku Îran dibêje êrişî ser pêgeha wan li Hewlêrê kiriye jî lêkolîn were kirin.

Di metnê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirkiyê li xaka Herêma Kurdistanê 5 baregeh û 38 bendên leşkerî ava kirine.

Serepeyv