Nîsan 04, 2022 16:42 Asia/Tehran
  • Avakirina bendavan li Herêma Kurdistanê, mijara nû ya nakokiya Bexda û Hewlêrê ye

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bêyî hevahengiya di gel dewleta navendî ya Iraqê, girêbestek ji bo avakirina 4 bendavên nû di gel Kompaniya Power China'yê wajo kir.

Kovara El-Sebahê nivîsî: Kiryareke wiha ji aliyê Hewlêrê va bi wateya zêdekirina nakokiyeke nû li lîsteya nakokiyên Bexda û Hewlêrê ye û nîşan dide ku berovajiya gotina aşkira ya qanûna bingehîn û qanûna çavkaniyên avê, dewleta navendî ya Iraqê kontrolek li ser çavkaniyên avê û bendavên Herêma Kurdistanê tuneye.

Hin aliyên siyasî li Iraqê nîgeran in ku ev karê Hewlêrê kiryareke siyasî ji bo pêkanîna amûreke nû ya zextê li ser dewleta navendî ya Bexdayê be da ku bikare erdên cotkariyê yên navend û başûrê Iraqê bi tamî zuha bike.

Dewlet an parlimana Iraqê heta niha tu helwêsteke fermî di vî warî da hilênexistine.

Elî Razî, berdevkê Wezareta çavkaniyên avê ya Iraqê got ku Heerêma Kurdistanê derbarê avakirina bendavên nû di gel dewleta navendî û vê wezaretê tu hevahengiyek nekiriye.

 

Serepeyv