Adar 23, 2022 14:56 Asia/Tehran
  • Nûnerê MSD'yê: 'Tirkiye paqijkirina etnîkî li Efrînê pêk tîne'

Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Herêma Kurdistana Iraqê got: Tirkiye bi rêya guhertina demografiyê li Efrîna Kurdistana Sûriyê paqijkirina etnîkî pêk tîne û bi vê rêyê dixwaze kurdan ji Efrînê derxîne.

Li gorî nûçeya Kurd Pressê, Hoşeng Derwêş, Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Herêma Kurdistana Iraqê di gotûbêja di gel Kurd Pressê tevî amajeya bi salvegera 4an a dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî bi wê va, got: Tirkiyê bi çiraya kesk a Rûsiye û Amerîkayê Efrîn dagir kir. Roja îro gişt welatên hêzxurt û civaka cîhanî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê bêdeng in.

Wî her wiha got: Roja îro NY li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng e û amûrên rewa û qanûnî ji bo anîna zextê li ser Tirkiyê bi kar nayîne. Pêwîst e ku NY komîteyeke ji bo tomarkirina sûcên li dijî gelê Efrînê damezirîne û gişt derfetên xwe yên navneteweyî û hiqûqî ji bo şermezarkirin û derxistina Tirkiyê ji kewşena Sûriyê bi kar bîne.

Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: Tirkiye paqijkirian qewmî û etnîkî li Efrînê pêk tîne û bi saya guhertina demografiya vê navçeyê, kurdan jê diqewirîne.

Hoşeng Derwêşî got: "Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) hem bi rêya siyasî va û hem jî bi rêya dîplomatîk û her wiha bi rêya hiqûqî va li dû şermezarkirina Tirkiyê û derxistina wê ji axa Sûriyê ye."

Serepeyv