Adar 13, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê der barê êrişa bi mûşekan a vê sibê ya ser Hewlêrê de daxuyaniyeke fermî da û ji civaka navneteweyî xwest ku li hemberî êrişa bi mûşekan ser Hewlêrê helwestêa xwe nîşan bidin.

Li gorî rapora Tora Saharê, ji zarê medyaya kurdistana Iraqê, di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta hebûna baregehên Israîlî li Herêma Kurdistana Iraqê, hin caran bi mûşekan li navçeyên Iraqê û navçeyên Herêma Kurdistanê têxe. Di vê daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa bi mûşekan a sibeha 13ê Adara 2022an, bi heceta hedefgirtina bargeha Îsraîlê ya li nêzî Konsolosxana Amerîkayê ya li Hewlêrê cih hat; Lê eva di rewşekê de ye ku qada ku bûye hedefa êrişê devereke sivîl e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Netewên Yekgirtî, Amerîka, Yekêtiya Ewropa, civaka Ereb, hikûmet û parlamentoya Iraqê û hikûmeta Îranê jî kiriye ku serdanên meydanî yên vê deverê bikin da ku rastî ji wan re eşkera bibe.

Sibeha îro Yekşemê 2 baregehên sîxûrî yên Rêxistina Îstixbarat û Operasyonên Taybet ên Rejîma Siyonîst (Mossad) li bajarê Hewlêrê yê Iraqê bûn armanca mûşekên hedefgir ên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî.

Peywendiyên gelêrî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxûyaniyekê bal kişande ser hedefgirtina navendên stratejîk ên komplo û şerûtiyê yên siyonîstan, bi mûşekên hedefgir û tekez kir: Dubarekirina her şerûtî û xirabiyekê dê rasî bersivên tund, bibiryar û wêranker werin.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li vê daxûyaniyê ber bi gelê Îranê gotiye: Ewlehî û aramiya welatê Îslamê, xeta sor a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye û ew rê nadin ku ti kes gef û êrişa ser wê bike.

Serepeyv