Amerîka: Ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye
Amerîkayê êrişaê îşev a bi mûşekî li dijî Hewlêrê “bi hêrsker û nîşandana tundrewiyê” pênase kir û êriş şermezar kir û di vî halî de diyar kir ku ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye.
Berdevekê Wezareta Derve yê Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku di encama mûşekbaranê de ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, tevî ku têkez kir ku ti ziyan û qurbaniyên wan nebûne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve lêkolînan destpê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amrîka herwiha got: “Ev êrşî hêrsker û nîşandana tundrewiyê ye.”
Wezareta Derve ya Amerîka herwiha diyar kir ku ew êrişê şermezar dikin.
Konsulxana Amerîkayê li Hewlêrê û cihên niştecihbûnê li derdora wê îro Yekşemê 13yê Adara 2022yan bi mûşekan hatin armanckirin. Di encama wê mûşekbaranê de ti kesekê canê xwe ji dest nedaye.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, 12 mûşek li avahiya Konsulxana Amerîkayê ya li Hewlêrê û gundê Mela Omer û derdora wê ketine.
Piştî êrîşê balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li esmanê Hewlêrê dest bi geştên pişkinînê kirin.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Saman Berzencî ragihand: Ti ziyanên canî lipey wê mûşekbaranê nehatine.
Gelek kes û girûpên Iraqê daxwaza derketina hêzên terorîst ên Amerîkayê ji Iraqê dikin û parlamentoya Iraqê jî plana vekişandina van hêzan pesend kir.