3700 Pêşmerge alîkariya artêşa Iraqê dikin
Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistana Iraqê dibêjin, zêdetir ji 3,000 ji wan dê bi lîwayeke hevbeş ligel artêşa Iraqê beşdar bibin da ku li navçeyên cihê nakokiyê bi cih bibin.
Li gorî rapora Îran Press`ê, “Qarman Şêx Kemal” Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ragihand ku 3692 hêzên Pêşmerge ligel hejmarek ji artêşa Iraqê lîwayeke hevbeş pêk tînin ku Wezareta Berevaniya Iraqê berpirsê dayîna mûçeyên wan û dabînkirina çek û alavên wan e.
Şêx Kemal herwiha got ku piştî gihiştina lihevkirineke destpêkê, hêz dê rahênanên pêwîst werbigirin û piştre dest bi erkên xwe li navçeyên cihê nakokiyê ku alozî û nearamî lê diqewmin bikin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê di çarçoveya peymana ku par hatibû îmzekirin de hêza nû ya hevpar birêve dibe.
Navçeyên nakok di navbera Hewlêr û Bexdayê de 40,000 km çargoşe ne, ku sê milyon Îraqî ji etnîsîteyên cuda tê de dijîn yîn wek Ereb, Tirkmen, Aşûrî, Êzidî, Şebkî, Kakaî, Zerdeştî û hwd.
Sazkirina asayîşê li van deveran dê bandoreke erênî li ser asayîşa bajarên cîran û di nav wan de Diyale bike û DAIŞ dê yek ji giringtirîn bingehên xwe yên erdnîgarî ji dest bide, ku ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de li wir hatiye jê re pêk hatiye.