Adar 07, 2022 01:06 Asia/Tehran
  • Li Zaxoya Herêma Kurdistanê; agir bi kampeke Kurdên Êzdî ket

Îşev li kampa Çemişko ya li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê şewat derket û bi gotina berpirsê kampê di şewatê de tenê 3 çadirên koçberan şewitîne û ti zirareke canî nebûye.

Rûdawê ji Zaxoyê ragihand, bûyera agirpêketina li Kampa Çemişko îşev 7 Adarê derdora saet 20:00 çê bûye.

Berpirsê Kampa Çemişko, Bizav Ebdulezîz ji Rûdawê re got, di encama şewata li kampê de “3 çadirên koçberan şewitîne” û diyar kir, “ti zirarên canî nebûne û tenê zirar gihîştiye çadiran û navmala hejmarek ji koçberan.”

Bizav Ebdulezîz destnîşan kir, bûyer bi sedema “kontakta elektrîkê” bûye û “her sê çadirên ku di bûyerê de şewitî ne, li kêleka hev û cîran bûne û agir ji çadirekî gihîştiye çadirên din.”

Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxo çar kampên koçberên Kurdên Êzdî hene ku kampa Çemişko yek ji wan e û nêzîkî 26000 kes lê dijîn.

Kampa Çemişko herwiha yek ji kampên herî mezin li sînorê parêzgeha Duhokê ye.

Serepeyv