Adar 04, 2022 16:25 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em daxwaza çareserkirina pirsgirêkan di gel Bexdayê di çarçova Qanûna Bingehîn da dikin

Serokê Herêma Kurditsanê destnîşan kir ku daxwaza Herêmê çareserkirina kêşçeyan di gel dewleta navendî ya Iraqê bi rêya gotûbêjê û di çarçova Qanûna Bingehîn a welêt da ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shar Pressê, Di hevdîtian navbera Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurditsanê û Êrîk Şûwalî balyozê Fransayê li Iraqê pêwendiyên navbera Herêmê û Fransayê û rêyên berfirehkirina van pêwendiyan hat vekolandin û Barzanî sipasiya rola Fransayê ya alîkariya bo Iraq û Herêmê bi taybet di çarçova Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DAIŞê kir.

Serokê Herêma Kurditsanê di vê hevdîtinê da ragihand ku Herêma Kurdistanê xwazyarê çareserkirina pirsgirêkan di gel Bexdayê bi rêya gotûbêjê û di çarçova qanûna bingehîn a welêt da ye.

 

 

Serepeyv