2 parlemanterên kurd: Derhata Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mehê da hezar milyard dînar e
2 endamên parlemana Herêma Kurdistanê ragihandin ku derhatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî 200 milyard dînarên ku ji dewleta navendî ya Iraqê werdigire jî, di mehê da zêde ji hezar milyard dînarî ye.
Şêrko Cewdet û Umer Gulpî endamên parlemana Herêma Kuridstanê di daxûyanîyeke hevpar da ragihandin ku piştî hilkolandinê giheştine vê encamê ku nedayîna miaşên miaşwergir û karmendên Herêma Kurdistanê ji hêla Hikûmeta Herêmê va ti hegereke rewa tineye, ji ber ku me pê derxist ku nika derhata Hikûmeta Herêmê ya di mehê da, bêyî 200 milyard dînarê ku Bexda dişîne, zêde ji hezar tirilyon dînarî ye.
Wan du parlemanteran pêgirî kirin ku derhatên Herêma Kurdistanê nika têra dayîna miaşan û xercên din ên Herêma Kurdistanê ji wan xercên xizmetguzarîyê dikin û nika divê Serokwezîr û Cîgirê wî jibo gelê Herêma Kurdistanê zelal bikin ku derhat û qûtê gel li ku ye û çawan tê xerckirin.
Berî vîya Elî Heme Salih parlemanterê Tevgera Gorranê jî gotibû ku ji ber jordaçûna bihaya niftê derhata Herêma Kurdistanê gihîştîye asta herîbilind, lê hemî derhata niftê radestî Wezareta Darayîyê nayê kirin.