Sibat 23, 2022 15:10 Asia/Tehran
  • Li Silêmanî jina ku mêrê wê ew şewitandibû, jiyana xwe ji dest da

18’ê Sibatê li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin. Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxanê de dihat dermankirin. Lê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê jina bi navê Şinyar Huner dema di mal de raketibû, hevserê wê neftê bi ser de kiribû û agir pêxistibû.

Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxana şewatê ya Silêmaniyê de dihat dermankirin. Lê vê sibehê Şinyar can da.

Temenê Şinyarê 21 sal bû, ew dayîka du zarokan bû û ji sedî 85’ê bedena wê şewitî bû.

Serepeyv