Sibat 19, 2022 14:24 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Akar li Munîxê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh 18ê Sibata 2022ê de di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de li Almanyayê civiyan.

Wezareta Bervaniya Tirkiyê di hejmara xwe ya Twitterê de derbarê wê civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Hulusî Akar de peyamak belav kir û ragihand ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê di Lûtkeya Ewlehiya Munîxê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê Nêçîrvan Barzanî civiyaye û di civînê de peywendiyên dualî yên di navbera Hewlêr û Enqere û pirsên ewlehî û aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

Di beşeke din ya peyama xwe de Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje “Di civînê de Hulusî Akar pêdagiriya li ser bi dawî anîna terorê aniye ziman.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê beşek ji axa Herêma Kurdistanê dagir kiriye û li wir bargehên leşkerî ji xwe re çê kirine û bi behaneya hebûna PKKê her roja ji erdê bi mûşek û topxane û hawanê û ji hewayê jî bi balafirên şer û droneyan êrişî deverên curbicur ên Herêma Kurdistanê dike ku piranî xelkê sivîl yê herêm ji babeta malî û canî ziyanê dibînin. 

Serepeyv