Sibat 19, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya di konferansa ewlehiyê çûye Munîxa Almanyayê bi wezîrê berevaniya Tirkiyê re civiya.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya di konferansa ewlehiyê çûye Munîxa Almanyayê bi wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar re civiya.

Di civînê de behsa rewşa Iraqê û pêwendiyên hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiyê hat kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan têkestî li ser girîngiya hemahengiya navbera xwe bo aramî û asayişa deverê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê beşek ji axa Herêma Kurdistanê dagir kiriye û li wir bargehên leşkerî ji xwe re çê kirine û bi behaneya hebûna PKKê her roja ji erdê bi mûşek û topxane û hawanê û ji hewayê jî bi balafirên şer û droneyan êrişî deverên curbicur ên Herêma Kurdistanê dike ku piranî xelkê sivîl yê herêm ji babeta malî û canî ziyanê dibînin. 

Serepeyv