Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşê ya Munichê çûye Almanyayê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pênçşem 17ê Sibata 2022yan ji bo beşdarîkirina Konferansa Asayîşê ya Munichê çûye Almanyayê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdeistanê di çarçoveya konferansê da ku rojên 18 heta 20ê Sibat, berdewam dike, biryar e Nêçîrvan Barzanî çendîn hevdîtin û civînan li gel hejmarek ji serkirde û berpirsên bilindên welatan encam bide.
Konferansa Asayîşê ya Munîxê konferanseke salane ye ku derbarê siyaseta ewlekariya navdewletî de û ji sala 1963an ve tê lidarxistin.
Salane zêdetir ji 350 serkirde û kesayetên giring ên zêdetir ji 70 welat û rêxistinên cîhanê di konferansa ewlekariyê ya Munichê de beşdar dibin.