Mesrûr Barzanî li Qeterê: Em amadene ji bo bi bingeh kirina hevbeşiyekî nû li gel Qeterê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku serdana Qeterê kiriye aşkera kir, amadene ji bo bi bingeh kirina hevbeşiyekî nû li gel Qeterê.
Îro 15.02.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî serdana Qeterê kir.
Di vê barê da Mesrûr Barzanî di tora xwe ya fermî ya civakî ya twitterê de ragehand: Ez keyfxweşim li Qeterê me, min li gel xwe hêvî û awatên baş ên xelkê Kurdistanê aniye û em amadene ji bo bi bingeh kirina hevbeşiyekî nû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî bi serokatiya şandeyekî hikûmetê ve geheşt Qeterê û biryare di vê serdanê de Mesrûr Barzanî li gel Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û berpirsên payebilind ên wî welatî bicive û gotûbêja pirsên danûstanên bazirganî, enerjî, hilberîn û kiştûkal bikin.
Hefteya borî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê karên derve yê Qeterê li peywendiyeke telefonî li ser berfirehkirina perspektîvên peywendiyên dualî bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de gotûbêj kirin.