Çile 31, 2022 18:57 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî:

Mesûd Barzanî derbarê civîna îro ya li Necefê ya di navbera Muqteda Sedir, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî de encamên erênî bi xwe re bîne.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Ezim Xemîs Xencer îro ji bo hevdîtina li gel Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir çûne Necefê.

Têkildarî civîna li Necefê, Mesûd Barzanî Barzanî peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê di peyamekê de ragihand: “Hêviya min a ji dil ew e ku hevdîtina di navbera Muqteda Sedir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî encamên erênî bi xwe re bîne.”

Mesûd Barzanî herwiha hêvî dike ku civîna îro ya li Necefê, “rê li ber çareserkirina kêşeyên heyî yên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê veke.”

Rûdawê nivîsiye: "Serdana Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî bo Necefê li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî bûye."

Rûdawê her wiha nivîsiye: Mesûd Barzanî îro di peyamekê de ragihand, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Mesûd Barzanî dibêje: “Hêvîdar im ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”

Serepeyv