Çile 29, 2022 23:04 Asia/Tehran
  • Tirkiyê quntara çiyayê Metîna li Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê qeza Amêdî ya ser bi Duhokê li Herêma Kurdistanê ve bombebaran kirin.

Rûdawê ji Duhokê ragihand, îro balafirên şer ên Tirkiyê nêzî gundê Sigêrê li quntara Çiyayê Metîna li sînorê Amêdiyê bombebaran kirin.

Qaymeqamê Amêdiyê ji Rûdawê re ragihand, ziyana bombebaranê nebûye, lê tirs li nav xelkê herêmê belav bûye.

Ev bombebarana balafirên Tirkiyê di demekê de ye ku Tirkiyê van salên dawîn bejayî û asmanî êrişên li nav sînorên Herêma Kurdistanê zêde kirine.

Li aliyê din ji ber topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Hirur ziyan gihêştin mal û mêşên hingiv ên welatiyekî.

Welatiyê bi navê Hecî Îbrahîm ku rûniştvanê gundê Hirur ê ser bi Kanî Masê ya Amêdiyê ve ye, di vîdyoyekê de daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Halê me û Tirka ev e. Em daxwaz ji hikûmeta xwe dikin bo me rêyekê bibîne. PKK an jî ti kes nehatiye vir.”

Serepeyv