Çile 24, 2022 15:34 Asia/Tehran
  • YNK Berhem Salih kir namezdê xwe ji bo posta serokomariya Iraqê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) ragihand ku "Berhem Salih" hîn jî berbijarê vê yekîtiyê ye ji bo serokomariya Iraqê.

Li gor nûçeya Firatê; Parlamenterê berê yê YNKê li Parlamenta Iraqê Şîrvan Mîrza ragihand ku partiya wî di civîna komîteya serkirdatiya YNKê de ligel hevtayên xwe yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), tekezî li ser kandîdkirina Berhem Salih ji bo postê serokomariya Iraqê kiriye. 

Mîrza herwiha got: “PDKê jî tekezî li ser namzediya “Hoşyar Zêbarî” ji bo postê serokomariyê kiriye û li ser vê yekê jî di civîna hilbijartinên serokomariyê de du berbijêr dê bên nasandin.

Vî parlamenterê berê yê YNKê li parlamenta Iraqê her wiha ragihand: Li gor nêrîna endamên PDKê, serokatiya Komara Iraqê pişka wê partiyê ye, lê heta niha jî atmosfereke têgihîştinê di navbera aliyên Kurdistanî de bi taybetî di navbera aliyên YNK û PDKê de heye. 

Li gorî parlamenta Iraqê, divê herî dereng heta 8ê Sibatê serokomar bê hilbijartin.

Li gor qanûnên adetî û nenivîsandî yên Iraqê û li gor rêkeftinên ku di navbera her sê aliyên sereke yên Iraqê de hatine kirin, postê serokomariyê para kurdan, serokatiya parlamentê para sunniyan û serokwezîrtiya Iraqê jî para Şîeyan e.

Serepeyv