Çile 23, 2022 16:56 Asia/Tehran
  • Piştî zêdebûna tevgerên terorîstî yên DAIŞê; Mesrûr Barzanî: Sînoran tund bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser baştirkirina awayên parastina Herêma Kurdistanê ji “gefên terorîstan” li gel, Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe civiya.

Li gorî rapora Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li gel Wezîrê Navxwe yê  Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.

Di civînê de rewşa dawiyê ya Iraq û Sûriyê , bi taybet gefên “terorîstên DAIŞê” hatin gotûbêjkirin.

Girîngiya tundtirkirina bergiriyan

Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember zêdebûna êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser giringiya bihêzkirina hêzên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên DAIŞê kir.

 

Êrişên DAIŞê zêde bûne

Ev civîn û daxwaza tundtirkirina sînoran di demekê de ye ku rêxistina DAIŞê êrişên xwe zêde kirine û herî dawî êrişeke berfireh biriye ser zindana Xiwêran a Hesekeyê ku heta niha jî şer berdewam e.

Herwiha çend roj berî niha terorîstên DAIŞê li Diyaleyê, êrişî artêşa Iraqê kir û di encamê de 11 serbaz hatin kuştin.

 

 

Serepeyv