Çile 22, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Duyemîn civîna ticarî ya Îran û Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin

Duyemîn civîna ticarî ya Îran û Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Duyemîn civîna ticarî ya Îran û Herêma Kurdistana Iraqê bi hewildana odeyên hevpar ên bazirganiyê di çarçova geşepêdana aborî û berfirehkirina danûstandinên ticarî bi qasî çar rojan ji 18 heta 21ê Çileya 2022an li Hewlêrê hat lidarxistin.

Zêde ji 50 şirketên berhemêner ên îranî û 100 tacirên Herêma Kurdistanê beşdarî Duyemîn civîna ticarî ya Îran û Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê bûn û derbarê riyên berfirehkirina danûstandinên ticarî şêwirîn.

Ev civîn bi awayekî pisporî di warên çap û pakêtkirin, berhemên yekcar mesref, plastîk, paqijî, xwarek û kelûpelên sûpermarketî bi armanca pêkanîna têkiliya rasterast di navbera berhemênerên îranî û tacirên iraqî da hat lidarxistin.

 

Serepeyv