Çile 20, 2022 16:09 Asia/Tehran
  • Riya navbera Duhok û Amêdiyê ji ber befrê hatiye girtin

Pêla barîna befra şeva borî li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, riya navbera parêzgeha Duhok û qeza Amêdiyê daxist û hatûçûn têde nayê kirin.

Rêveberê çêkirina rêyan li parêzgeha Duhokê Neşwan Yehya ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber barîna befra şeva borî, rêya serekî ya navbera parêzgeha Duhok û qeza Amêdiyê daxistiye û tîmên me ji serê sibehê ve mijûlê ramalîna befrê ne, ku rê bê vekirin.’’

Rêveberê çêkirina riyan li parêzgeha Duhokê got: ‘’Îro 20.01.2022yê saet 07:00ê ve tîmên me mijûlê paqij kirina rêyan in û heta naha karîne rêya navbera Duhok û Amêdiyê de bigehin nahyeya Zawîte û wargeha Bagêra paqij bikin. Ji wê û şûnde rê daxistîne û tîmên me jî mijûlê paqij kirinê û ramalîna befrê ne.’’

Wî herwaha got: ‘’Ji ber navçe çiyayî ye û pêla befra vê carê jî bi şev barî û gelek zêde hat û li nahyeya Sersing û Qedîşê jî ku navçeyên gelek nêzîkî Duhokê ne jî, lê 35 santîmetrên befrê li wan deveran jî bariye.’’

Neşwan Yehya got, tîmên me dê berdewambin ji bo karê xwe, heta demekî zû de befrê bimalin û temamê rêyan ji hatûçûnê re vebikin.

Serepeyv