Çile 17, 2022 21:44 Asia/Tehran
  • Serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqê ji bo gotûbêja bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re gihîşt Hewlêrê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê civiyan.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku îro duşemê, 17/01/2022, gihişt Hewlêrê, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Biryar e Hadî Amirî li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK)  Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Ev serdana Amirî ya ji bo Hewlêrê û civînên li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku li Iraqê xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê berdewam in û civîn û hevdîtinên di navbera aliyan de zêde bûne.

Roja 9ê vê mehê di rûniştina parlamenta Iraqê ya werza nû de, Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentê hat hilbijartin. Hakim Zamlî ji Tevgera Sedir wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentê hatin hilbijartin.

Herwiha serkirdeyên Çarçoveya Hevahengî şeva derbasbûyî li mala Heyder Ebadî ya li Bexdayê kom bûn û encamên civîna Hadî Amirî ya li gel Muqteda Sedir gotûbêj kirin ku civîn roja şemiyê birêve çûbû.

Çarçoveya Hevahengî di daxuyaniyekê de civîna Hadî Amirî û Muqteda Sedir “erênî” binav kir û tekez kir, “arasteyên Çarçoveya Hevahengî yek in.”

Hevpeymaniya Fetih ku beşek e ji Çarçoveya Hevahengî, di encama hilbijartina 10ê Cotmeha derbasbûyî de 17 kursî bidest xistin.

Serepeyv