Çile 12, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Hoşyar Zêbarî: Min negotiye PDKê dev ji posta serokkomariyê berdaye

Duh sêşemê Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihandiye çend medya û malperên civakî bi awayekî bêberpirsiyarane daxuyaniyek li ser navê min belav kirine.

Herwiha Hoşyar Zêbarî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kiriye û tê de amaje bi wê yekê kiriye nûçeyeke nedurist hatiye belavkirin li ser navê min ku goya min gotiye PDK razî bûye û dev ji posta serokkomariyê berdaye. Ew nûçe û raport dûr in ji rastiyê û dûpat dikin ku daxuyaniyên me yên wisa tunene û me daxuyaniyên wisa nedane.

Hoşyar Zêbarî dibêje posta serokkomariyê ji bo kurdan û Iraqê muhîm e û pêwîstî bi rêkeftinê aliyan heye.

Serepeyv