Çile 10, 2022 17:48 Asia/Tehran
  •   Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im ev hilbijartin bibe destpêka qonaxeke nû

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir û hêviya xwe derbirî ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.

Li gorî rapora Rûdawê, Roja Yekşemê, 09/01/2022, li parlamentoya Iraqê dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 10/01/2022, bi boneya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û pîrozbahî li Serokê Parlamentoyê û herdu

cîgirên wî kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya xwe derbirî, “hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraqê ber bi qonaxeke nû ya aramî, seqamgiriya siyasî û karkirina bi hev re araste bike, ji bo xizmetkirina zêdetir û niha û pêşerojeke baştir bo welatiyan.”
 

Serepeyv