Çile 03, 2022 09:18 Asia/Tehran
  • Tirkiye gundekî Herêma Kurdistanê topbaran kir

Muxtarê gundê Hirorê li sînorê parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand, artêşa Tirkiyê şeva borî derdora gundê wan topbaran kiriye û ragihand, topxana artêşa Tirkiyê 18 gulleyên topê li derdora gund teqandin û ji ber wê rewşê xelkê gund gelekî ditirsin.

Azad Hirorî, Muxtarê gundê Hirorê diyar kir, “topbaranê derdora saet 22:00 îşev Yekşembê 2ê Çileya 2022an destpê kir” û heta demekê dom kir.

Azad Hirorî got, “18 gulleyên topê li derdora gund ketine û ji ber ku şev e em nikarin biçin cihê ku hatiye topbarankirin.”

Serbest Sebrî, Rêveberê Nahyeya Kanî Masê ya Amêdiyê jî têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand, “ev ne cara yekê ye ku xalên serbazî yên Tirkiyê navçeyên me topbaran dikin.”

Hêj derbarê zirarên topbaranê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Gundê Hirorê dikeve devera Berwarî Bala û gundekî ser bi nahyeya Kanî Masê ya qezaya Amêdiyê ye û ji Nîsana bihorî ve artêşa Tirkiyê êrişek li vê navçeyê destpê kiriye.

Serepeyv