Çile 02, 2022 14:07 Asia/Tehran
  • Muhemed Hacî Mehmûd 'Piştgiriya giştalî ya welatên rojavayî ji DAIŞê' aşkira kir

Serokê Partiya Sosiyal Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê got: Alkarî û piştevaniya welatên rojavayî ji DAIŞê xuya bû û dihat hestkirin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Muhemed Hacî Mehmûd, Serokê Partiya Sosiyal Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyîvîna di gel ofîsa medyayî ya Kanala Seherê li Hewlêrê, got: Sala 2014an Amerîkayê çek û alavên herî nûjen ku bi teknolojiya herî dawî hatibûn berhemanîn, bi alîkariya welatên hevpeyman wek Almanya, Fransa û Îtalyayê dan ber destê DAIŞê, di halekî da ku hêzên wan ên çekdar jî  beşek ji DAIŞê bûn.

Wî di dewamê da got: Hikûmeta Iraqê piştî ketina rejîma beisî û piştî 14 salan karî neftê bifiroşe, hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî 12 salan karî neftê bifiroşe, lê DAIŞê bi piştgiriya Amerîkayê û welatên ewropî (ku wan bi xwe DAIŞ çêkiribûn) piştî sê rojan nefta Iraqê difirot welatên mîna Tirkiye û hwd.

Muhemed Hacî Mehmûd bi gotina vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê zûtir ji berpirsên Herêma Kurdistanê bi xetera nêzikbûna DAIŞê li Mûsilê û xetera wê ji bo gelê Herêmê hesiyabû, got: Îran û serdarê sipehbud şehîd Hac Qasim Sulêymanî û hevriyên wî ku çend kes jî li bajarê Mexmûrê şehîd bûn, yekem û tenha welat bû ku hat hawara Herêma Kurdistanê û xetera cinayeta DAIŞê ji Kurdistanê dûr kir.

Serokê Partiya Sosiyal Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê di dawiyê da got: Ez hêvîdar im her kesek wekî serdarê şehîd hac Qasim Sulêymanî ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo alaya xwe û ... dilsoj û fedakar be.

 

Serepeyv