Balefirên şêrr ên Tirkiyê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kirin
Kanûn 29, 2021 07:11 Asia/Tehran
Şeva buhurî balefirên cengê yên Tirkiyê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.
Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê du caran navçeyên Dukan û Gomesd li sînorê Kwêrekanî (Korekanî) li çiyayê Asos li sînorê gundê Gelale bombebaran kirin.
Qaymeqamê bajarokê Mawetê Kameran Mihemed di daxuyaniyekê de ragehand, şukur bo Xwedê zîyana canî pêk nehatîye.
Herwaha diyar kir, em wek îdareya qeza Mawetê nîgeran in ji ber berdewambûna wan bombebaranan, ku her carê dibe sedema belavbûna tirs û xofeke mezin li sînorê me.