Kanûn 27, 2021 15:20 Asia/Tehran
  • Pêwîst e di navbera Îran û Herêma Kurdistan de şîrketeke hevbeş a veguhestinê bê avakirin

Serkonsulê Îranê li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê got: Avakirina kompaniyek hevbeş bi hevkariya Parêgeha Azerbaycana Rojava ya Îran û parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, çareseriyek ji bo kêşeya veguhestina hemû kelûpelan li sînorê Temerçîn-Hac Îmran e. "

Li gorî rapora IRNA`yê, Nesrullah Reşnûdî roja duşemiyê li civîna taybet a gotûbêjkirina kêşe û çareseriyên ji bo pêşxistina peywendiyên sînorî yên navbera parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê û parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê got: Veguhastina yekser û rasterast a kelûpelan ji Îranê bo bakurê Iraqê dê bibe sedema bêkarîya şofêrên vê deverê ku avakirina kompaniyek hevbeş pêşiya vê yekê digire.

Wî herwiha got: Bi avakirina vê kompanyayê û bi kar anîna şiyana her du aliyên sînor, ev pirsgirêk bi hetim çareser dibin.

Serkonsolosê Îranê li Hewlêrê di berdewamiya axaftina xwe de got: Helbet kamyonên ku ji bakurê Iraqê ber bi parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê tên, divê kapasîteya xwe li gorî rêyên wî aliyê sînor biguncînin.

Reşnûdî diyar kir: Her wiha pêwîst e korseke rahênanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi kalîte û standardê li her du aliyên sînor were lidarxistin.

Sînorê Temerçîn tenê sînorê fermî yê parêzgeha Azerbaycana Rojava ye li gel Herêma Kurdistanê ku dikeve Pîranşarê.

Serepeyv