Kanûn 24, 2021 20:09 Asia/Tehran
  • Êrîşên hewayî yên Tirkiyê yên berfireh li ser Kurdistana Iraqê

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku balafirên Tirkiyê êriş kirin çend deveran li bakurê parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Şefeq Newsê; Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku deverên “Kore Siwêh, Wadî Muxare û Xawrkork” ên devera “Bradostê” li bakurê Hewlêrê bûne armanca êrîşên balafirên Tirkiyê.

Çavkaniyên han tekez kirin ku ew êrîş berbelav bûne û bûne sedema tirsê di nava welatiyan û şêniyên gundên nêzî deverên bombebarankirî de.

Di van salên dawî de, Tirkiyê bi caran bi behaneya tepeserkirina hêzên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) êrişî Iraqê kiriye ku di encama van êrişan de zêde ji her kesî xelkê deverê ji babeta canî û aborî ziyan dîtine.

 Ev destdirêjî rastî berteka tund a hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê hatine.

Serepeyv