Kanûn 21, 2021 21:44 Asia/Tehran
  • Civîna serokê PDKê Mesûd Barzanî û Balyozê Îranê li Iraqê

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî îro Sêşemê civyan û gotûbêj kir.

Di hevdîtina Mesûd Barzanî û Îrec Mescidî de, rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartinê û pêngavên lihevnêzîkkirina aliyên Iraqî hatin goftûbêjkirin.

Her di wê civînê de, tekezî li ser cibicîkirina perensîbên hevbeşî, sazan, û hevsengiyê di hikumraniya Iraqê de hate kirin, ew jî ji bo bidestanîna aramî û rastrêbûna proseya siyasî ya Iraqê.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî, bazirganî û kulturî, mijarên din yên vê civînê bûn.

Serepeyv