Heta niha ji ber rabûna lehiyê li Hewlêrê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî zanyariyên fermî li Hewlêrê yên herî dawiyê di encama lehiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan ku di nav wan de kesên biyanî jî hene.
Li hejmareke tax û navçeyên Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmareke kes birîndar bûn û ziyaneneke mezin a maddî çêbû.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji peyamnêra Rûdawê re ragihand ku ji ber lehiyê heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dane ku termê kesekê nehatiye dîtin û diyar kir ku 2 kes jî birîndar in. Li gor zanyariyên Omêd Xoşnaw dane peyamnêrê Rûdawê, kesek jî ji ber birûskê ziyanmend bûye.
Qaymeamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî ji Rûdawê re navên wan kesên ku di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re tekez kir, di zûtirîn dem de her çi pêwîst be, ji bo hawarhatina ziyandîtiyan û hevkariya bi wan re bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxwaz ji rayedaran kir ku ji bo alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê tedbîrên pêwîst bigirin.
Rêveberê Rêxistina Meteolojiyê ya Herêma Kurdistanê Fazel Îbrahîm pêşbînî kir ku roja şemiyê baran zêde û tund bibe û danê êvarê jî pêla yekem a baranê bi dawî bibe û pêla duyem wê ji roja duşemê despê bike..