Kanûn 17, 2021 14:51 Asia/Tehran
  • Ji ber rabûna lehiyê li Hewlêrê ziyanên madî û canî pêkhatin

Parêzgerê Hewlêrê yekem daxuyaniya fermî derbarê lehiya şeva borî de da û aşkera kir derveyî ziyanên madî ziyanên canî jî hene.

Parêzgerê Hewlêr Umêd Xoşnaw di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Mixabin derdora saet 04:00ê sibehê ve lehî li sînorê parêzgeha Hewlêrê rabûn.’’

Herwaha diyar kir cîhên ku di bin bandora lehiyê de mane, rêyên hatûçûna tîman jî asan nîne, derveyî ziyanên madî, ziyanên canî jî hene.

Umêd Xoşnaw got: ‘’Hemû tîmên me li ser kar in, lê pêwîste xelk jî hewkar û alîkar be. Xwedayê mezin hemû aliyekî biparêze.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê lehî li taxên Jîn û Rewşenbîrî û herwaha li Daretû heye û ziyaneke mezin ê madî jî pêkhatiye. Derveyî wê jî behsa xeniqîne 3 kesan tê kirin.

Serepeyv