Kanûn 16, 2021 13:01 Asia/Tehran
  • Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê goreke bikomî li Germiyanê dît

Hêzeke Pêşmerge îro di dema encamdana operasyonekê de, goreke bikomî li gundê Doracê yê li herêma Germiyanê dît.

Li gor ragihandina K24ê ji Germiyanê, ew gora bikomî ya ji aliyê Pêşmerge ve hatiye dîtin, 9 termên endamên Polîsa Federalî ya Iraqê tê de bûn.

Ew 9 polîs berî çend salan ji herêmeke di navbera Kerkûk û Xurmantûyê de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin.

K24ê diyar kir ku pêşmergeyan îro hêzeke taybet a Iraqî agahdar kir, ta ku termên wan polîsan vegerînin.

Peyamnêrê vê kanala kurdî destnîşan kir ku hêzeke taybet a Pêşmerge berdewam e bi operasyona pişknîna navçeyê û lêgerîna li paşmayên DAIŞê ku heta niha hejmarek ji şikeftên DAIŞê ji nav birine.

Serepeyv