Kanûn 10, 2021 15:48 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir bi telefonê rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Tekezî li pêwîstiya berdewamiya guftûgoyên di navbera aliyan û dariştina projeya hevpeymanîyekê di navbera alîyan de hat kirin.

Li gorî rapora Kurdisstan24ê, Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanêl û Rêberê Tevgera Sedirê Seyid Muqteda Sedir doh 9/12/2021ê di pêwendiyeke telefonî de rewşa siyasî ya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê guftûgo kirin.

Her di wê pêwendiyê de tekezî li pêwîstiya berdewamiya guftûgoyên di navbera aliyan û dariştina projeya hevpeymanîyekê di navbera alîyan de hat kirin, ew jî bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û cibicîkirina îradeya gel û xizmetkirina berjrewendiyên tevahiya pêkhateyên Iraqê.

 

 

Serepeyv