Kanûn 08, 2021 09:27 Asia/Tehran
  • Sengerên Pêşmerge rastî êrîşeke bi mûşekên katyusha hat

Jêderekî ewlehiyê ji hêzên Pêşmerge ji K24ê re ragihand, sengerên hêza Pêşmerge li mihwerê Pirdê duh danê êvarê rastî êrîşeke ji mûşekên katyusha hat.

Di wê derbarê de Cîgirê Fermandarê Mihwerê Pirdê ji K24ê re ragihand, sêşemê saet 19:20 hejmarek mûşek avêtin sengerên Pêşmerge hatin kirin.

Wî herwiha got: 6 mûşekên katyuşa ketin xwarê, lê negihîştin aramncên xwe û ti ziyan jî negihîşt hêzên Pêşmerge.

hat ragihandin ku mûşekek li nêzîkî gundê Girgite kete xwarê, yeke din li rojavayê gundê Şêrewa ketiye xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Lîwaya 10 a Hêza Pêşmerge Bapîr Şêx Wesanî ragihand, ew mûşek ji sînorê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine avêtin.

Di nava çend rojên bûrî de hêzên Pêşmerge li heman deverê û deverên din rastî zincîreyek ji êrîşên DAIŞê hatin û di encam de hejmarek ji Pêşmergeyan hatin kuştin û birîndar bûbûn.

Serepeyv