DAIŞ'ê êrişî pêşmergeyên li Giwêrê kir
Kanûn 07, 2021 11:55 Asia/Tehran
Çeteyên DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyên li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr a girêdayî Mexmûrê kir.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li gorî ANF’ê, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr a girêdayî naçveya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve êrişî hêzên pêşmergeyan kir.
Di encama bersivdayina pêşmergeyan de di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.
Têkildarî mijarê heya niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedaran ve nehatiye dayîn