Kanûn 06, 2021 09:31 Asia/Tehran
  •  Çeteyên Koma terorîst a DAIŞê li Kerkûkê êrişî ser hêzên Pêşmerge kir

Çeteyên Koma terorîst a DAIŞê li ser girê Qeresalim a li navçeya Şêx Bizênî ya li sînorê Kerkukê êrişî Pêşmerge kir û di encamê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da, 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Li gorî rapora Rûdawê, Demjimêr 11:20 şeva Yekşemê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û hêzên Pêşmerge jî bersiv dane û di encamê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest daye, 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku şeva borî li Kerkûkê rewşa hewayê ne xweş bû û DAIŞê jî ve yekê wek derfet ditiye û bi ser Pêşmerge de biriye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihandiye ku di encama erişê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest daye, yek ji wan efser 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.”

Di êrişa 02.12.2021ê ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîlan canê xwe ji dest dabûn.

Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrîyê navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyekî canê xwe ji dest dabû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çeteyên DAIŞê şeva 27.11.2021ê saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dabû û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serepeyv