Kanûn 05, 2021 11:18 Asia/Tehran
  • Cebar Yawer: Me û Iraqê ser cihanîna operasiyonên hevbeş li dijî DAIŞê li hev kir

Fermandarên Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Bexdayê kom bûn û Cebar Yawer dibêje, li sînorê 4 mîhweran jûrên hevbeş dê bên çalakkirin û li herêmên Kurdistanî operasyonên hevbeş li gel artêşa Iraqê li dijî DAIŞê destpê dikin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ku serokatiya şanda Wezareta Pêşmerge ya bo Bexdayê kir, ji Rûdawê re ragihand, îro li Kerkûk û Diyale civîn destpê dikin ji bo pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê.

Cebar Yawer dibêje, şanda Wezareta Pêşmerge ku fermandarên mîhweran tê de bûn li gel fermandarên artêşa Iraqê û bi amadebûna Hevpeymaniya Navdewletî, li ser karê hevbeş ê serbazî li herêmên Kurdistanî, li hev kirin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, DAIŞ şerê partîzanî dike. Xaleke lawaz bo êrîşkirinê dibîne, êrîş dike û vedigere. Ew herwiha dibêje DAIŞê armanca kontrolkirina cih û bajar nîne, tenê armanca wê kuştin û birîndarkirin û lawazkirina hêzan e.

Kêmtir ji heftiyekê DAIŞê 4 êrîş li sînorên Germiyan û Mexmûrê kirine û gelek pêşmerge û xelkê sivîl kuştin û birîndar kirin. Ji bo rêgirtina êrîşên bi vî awayî, Pêşmerge li Germiyanê çeperên xwe bihêzkirine. Herwiha li  gundê Xidircîceyê Hêzên Pêşmerge hatine bicihkirin û li wê derê dimînin. 

Serepeyv