Kanûn 04, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa DAIŞê de ser gundên Mexmûrê 3 bira hatin kuştin

Terorîstên DAIŞê êvarê 2/12/2021ê êrîş birin ser gundên Xedirce û Laweriyan ên nêzîkî exmûrê, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên K24ê, xelkê gund rûbirûyî êrîşên terorîstan bûn û hêzên Pêşmerge bi piştevaniya xelkê gund hatin û karîn êrîşa DAIŞê bişikînin.

Li gor zanyariyan, di encama şer û pevçûnên navbera her du aliyan de, sê bira ku kurên muxtarê Xedirce bûnjiyana xwe ji dest dan û du jin û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva 2/12/2021ê terorîstên DAIŞê li gundê Xidirce yê nêzîkî çiyayê Qereçoxê ve êrîşî ser çend malan kirin û mixabin di vê êrîşa hovane de şehîd û birîndarên sivîl hene.”

Di daxuyaniyê de hat herwiha hat ragihandin: “Hêzên Pêşmerge di demeke zû de ketine pey terorîstan û dest bi operasiyoneke berfire li deverê kirine.”

Serepeyv