Koma terorîst a DAIŞê êrîşî bakurê Iraqê kir
Kanûn 03, 2021 09:43 Asia/Tehran
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê qala êrîşa DAIŞê li ser parêzgeha Hewlêrê kir.
Li gorî rapora Shafagh Newsê, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşa koma terorîst a DAIŞê li ser gundê Xedrîceya şaristana Mexmûrê ya Hewlêrê sê kes hatine kuştin.